Çekdar û alîgiren PYDê ala Kurdistanê didirînin!

Navendeke mafê mirov binpêkirinên PYDê yên li dijî hejmarek rêveber û partiyên siyasî yên rojavayê Kurdistanê belav kirin.
04.03.2017, Cts - 10:38
Çekdar û alîgiren PYDê ala Kurdistanê didirînin!
Nuçe Belav bike

Li gor beyanameya Navenda Demokratîk a mafê mirov li Kurdistanê şeva borî 03.03.2017ê çekdar û alîgirên PYDê ku baskeke PKKê ye li rojavayê Kurdistanê, endamê polîtburoya PDK-Sê Mihemed Elî Îbrahîm girtine û ber bi Kurdistana başûr ve dûrxistine.

Li gor beyanameyê çekdar û alîgirên PYDê li heman şeva borî de êrîş kirine ser binkeyê encûmena niştimaniya kurd li Sûriyê (ENKS)ê yên li Qamişlo û bajarokê Dirbesiyê û tiştên wan şikandine û ala Kurdistanê jî dirandine.’’

Herwaha heman şevê çekdarên PYDê endamê PDK-Sê Azad Ebdulrehman jî girtine.

Êrîş kirina ser binkeyên PDK-Sê û ENKSê û dirandina ala Kurdistanê ji aliyê alîgirên PKKê ve li rojavayê Kurdistanê, rastî heman demê tê ku çekdarên ser bi PKKê li Sinûnê êrîş kirin ser hêzên Pêşmergeyên roj.

Basnews
Vî nûçeyê tevayî: 1521 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:33:44