Çekdarên Îranê rê nadin koçberên Efrînê biçin Helebê

Li herdu bajarokên Nubbul û el-Zehra yên li bakurê Helebê, hejmarek grûpên çekdar ên ser bi Îranê rê li ber koçberên Efrînê digirin û nahêlin ew biçin Helebê.
13.10.2022, Per - 07:24
Çekdarên Îranê rê nadin koçberên Efrînê biçin Helebê
Nuçe Belav bike

Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn-Sûriye Îbrahîm Şêxo jî dibêje, çekdaran dest danîne ser 25 otombêlên koçberan.

Hejmarek ji grûpên çekdar li nêzîkî rêbendên hêzên hikûmeta Sûriyê li ser rêya navdewletî ya 214, rêbend ji xwe re danîne daku rê li ber koçberên Efrînê bigirin û nehêlin ew biçin bajarê Helebê.

Li gorî zanyariyên xwecihî ji navçeya Til Rifetê ku nêzîkî Nubbul û el-Zehra ye, wan grûpên çekdar ku rêbend danîne gelek astengî ji koçberên Efrînê re derxistine û rê nadine wan ku ber bi Helebê ve biçin.

Wan grûpan dest danîne ser otomobîlên beşekî ji koçberan jî. Li hinek rêbendan jî, otomobîlên koçberên Efrînê ji aliyê wan çekdaran ve hatin gulebarankirin.

Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan Efrîn-Sûriye Ibrahîm Şêxo, heta niha wan çekdaran dest danîne ser 25 otombêlên welatiyan û rê li ber çûn û hatina koçberan girtî ye.

Di şerê navxwe yê Sûriyê de, her du bajarokên Nubbul û el-Zehra ji sala 2012 ve heta 2016an ji aliyê grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ve hatibû dorpêçkirin, lê belê neketibû destê wan û kontrola wan her du bajarokan her di destê artêşa hikûmeta Sûriyê û milîsên alîgirên wê de ma.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 694 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:16:59