Çekdarên Heşda Şeibî derbasî Qamişlo jî bûn!

Asayişa PYDê li Qamişlo: Heta niha 45 çekdarên Heşda Şeibî hatine girtin
06.02.2017, Pts - 14:27
Çekdarên Heşda Şeibî derbasî Qamişlo jî bûn!
Nuçe Belav bike

Asayişa PYDê li bajarê Qamişlo yê Kurdistana Rojava ragihandiye, wan heta niha 45 çekdarên Heşda Şeibî (milîsên şîe yên Iraqê) girtine.

Asayişa PYDê li Qamişlo li ser malpera xwe ya fermî vîdyoyek belav kiriye ku tê de berpirsekî asayişê dide zanîn ku çekdarên Heşda Şeibî derbasî Kurdistana Rojava bi taybet Qamişlo bûne lê ewê nehêlin ne Heşda Şeibî ne jî komên din aramiya Kantona Cizîrê xirab bikin.

Wî berpirsê asayişa PYDê li Qamişlo eşkere kiriye ku heta niha 45 çekdarên Heşda Şeibî ji aliyê wan ve hatine girtin.

Heşda Şeibî, ji milîsên şîe yên Iraqî pêk hatiye ku havîna sala 2014 û piştî ku DAIŞê êrişî Iraqê kir, bi fetwaya mezinê şîeyên Iraqê Elî Sîstanî hat avakirin.

Beşek ji çekdarên Heşda Şeibî li kêleka pasdar û besîcên Îranê û çekdarên Hizbdullaha Libnanê derbasî Sûriyê bûne ji bona piştgirîkirina rêjîma Beşar Esed di şerê Sûriyê de.

BasNews
Vî nûçeyê tevayî: 1455 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:40:08