Çîroka dîtina zaroka nû ji dayikbûyî li Cindirêsa Efrînê

Li bajarokê Cindirêsê ya Efrîn a Rojavayê Kurdistanê pitika di bin kavilan de ji dayik bû û dayika wî canê xwe ji dest dabû, apê wê xwedî lê derket.
22.02.2023, Çar - 08:16
Çîroka dîtina zaroka nû ji dayikbûyî li Cindirêsa Efrînê
Nuçe Belav bike

Li bajarokê Cindirêsê ya Efrîn a Rojavayê Kurdistanê pitika di bin kavilan de ji dayik bû û dayika wî canê xwe ji dest dabû, apê wê xwedî lê derket.

Efra ew pitika ku di bin kavilên avahiyeke herifî de li bajarokê Cindirêsê yê Efrîna Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Ev zarok bi mucîze ji aliyê apê xwe ve hatiye rizgarkirin.

Xalid el-Sewadî apê Efra dibêje "Di wê dema ez mijûlî lêgerînê bûm, min dengê zarokekê bihîst, dikir hawar, min nizanîbû wê ev keç be, lê min hawar kir û got bavê Efra ye Ebû Rudeyne sax e, piştre min kavil rakirin û min keçik dît û dest bi girî kir, ax bostekê bilind bû, min ew hilgirt û hê navika wê nehatibû birîn, lewra min gwîzanek-şifre anî û birrî."

Efra nêzîka du hefteyan li nexweşxaneyê dimîne. Destpêkê navê Aye lê tê kirin, lê piştre apê wê Xalid navê Efra lê dike ku navê dayika wê ye û dike keça xwe.

Xalid el-Sewadî got jî "Ji niha û şûnde ew zarok keça min e. Ti cudahiyekê naxim navbera wê û zarokên xwe. Bi rastî ew ji zarokên min şêrîntir e, ji ber ew cihê bav, dayîk, xwîşk û birayên xwe digire."

Çar xwîşk, bira, dayîk û bavê Efra ji ber erdheja 6ê Sibatê canê xwe ji dest dane. Bajarokê Cindirêsê yê herêma Efrînê jî yek ji wan navçeyên erdhejê ye ku wêrankariyeke mezin lê çê bûye. Li gor amarên herî dawî yên Encûmena Xwecihî ya Cindirêsê heta niha hezar û 100 kesan li wir canê xwe ji dest dane.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 340 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:42:04