Ciwanekî ji Kobaniyê bi xwebexşî karên hawarçûnê dike

Alan Welî yê xelkê Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ev çend sal in bi awayekî xwebexş li Almanyayê karên hawarçûnê dike.
15.06.2023, Per - 05:53
Ciwanekî ji Kobaniyê bi xwebexşî karên hawarçûnê dike
Nuçe Belav bike

Li deriyê herêmî ya Kiwêtê ya di nava Kendava Erebî de hejmarek jîngeparêz û pisporên deryayî amadekariyên paqijkirina perav û jêrderyayê dikin da ku zîndiyên deryayî û mercanên deryayî bêne parastin.

Alan Welî pisporê melevanî û deryayî ye xelkê Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ye, ev çend sal in bi awayekî xwebexş li Almanyayê karên hawarçûnê dike. Ji ber pisporiya xwe ya ku di gelek deryayên Ewropayê de kar kiriye, ji aliyê tîmeke jîngeparêzên Kiwêtê ve hatiye vexwendin.

Rahênerê Melevanî û Jîngeparêz Alan Welî li ser karê got, “Saziya Kiwêtî karên pir xweş dike, parastina deryayan dike her wiha gemarê kom dike.”

Alan Welî li gel Tîma Jêravnas û jîngehparêzên Kiwêtê dest bi çalakiyên jîngehparêziyê kir, ji bo paqijkirina jêr deryayê, ew bi kûrahiyeke zêde di bin avê de dostaniya xwe ji deryayê re tekez dike.

Serokê Tîma Jêravnas û jîngehparêzên Kiwêtê Welîd Fazil anî ziman, “Rojbaş em niha diçin girava Garo ya li başûrê Kiwêtê û 3 projeyên me yên deryayî hene, projeya yekem parastina mircanên deryayî, birêya bicîkirina singan ku gemî bi wan ve bêne girêdan. Projeya duyem nasîna rewşa tenduristî ya mircanan bi hevkariya Zanîngeha Queensland a Australî. Projeya sêyem jî qirêjiya di nava mircanan de were derxistin da ku jiyana zîndiyên deryayî were parastin.”

Tevî ku Alan bi tîmên navdewletî re dixebite lê wî Herêma Kurdisanê ji bîr nerkiriye û ew dixwaze pisporiya xwe bixe xizmeta wê.

Rahênerê Melevanî û Jîngeparêz Alan Welî got, “Ez dixwazim di pêşerojê de peywendiyekê di navbera Kiwêtê û Almanyayê de dayînim û li Kurdistanê jî xizmetê bikim.”

Alan li Kobaniyê ji dayik bûye, ji zaroktiya xwe ve tevlî karên xwebexş bûye, li Kobaniyê di nava tîmên Heyva Sor de cihê xwe girtibû, ji ber rewşa xirab a jiyanê Alan koçberî Almanyayê bû û li wir di nava tîmên hawarçûnê yên Almanyayê de ji bo hawarçûna koçberan cihê xwe girt.

Rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 307 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:16:17