Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihandiye, bûyer pêr Çarşemê 3ê Gulanê û li gundê Hoşeriyê çêbûye.
Di daxuyaniya wê navendê de hatiye gotin, ciwanê Sûrî yê bi navê Mihemed Mensûr el-Elî roja Çarşemê 3ê Gulanê dema li nav zeviya xwe ya çandiniyê li gundê Hoşeriyê bûye, bi guleya qenasekî hêzên Tirkiyê hatiye kuştin.
Li gorî zanyariyên heman navendê, ji destpêka 2018an ve heta 4ê Gulana 2023an, 559 kes bi guleyên leşkerên Tirkiyê û çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatine kuştin, ku 103 ji wan zarok û 67 kes jî jin bûne.
Herêma Minbicê dikeve rojavayê Çemê Firatê û di kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ye û ji aliyê îdarî ve girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê (Rojava) ye.
Hêzên HSDê di sala 2016an de Minbic ji destê çekdarên rêxistina DAIŞê rizgar kirin û piştî rizgarkirinê, Encûmena Leşkerî ya Minbicê ya girêdayî HSDê herêmê di warê leşkerî de diparêze û Encûmena Sivîl a Minbicê jî herêmê di warê îdarî de birêve dibe.