Cotkarên Rojavayê Kurdistanê ji ber pileyên germahiyê nîgeran in

Cotkarên Rojavayê Kurdistanê ji ber guherîna keş û hewayê û pêlên germahiyê yên van demên dawî li Rojhilata Navîn ketine, êşê dikşînin.
11.08.2023, Cum - 11:22
Cotkarên Rojavayê Kurdistanê ji ber pileyên germahiyê nîgeran in
Nuçe Belav bike

Endezyarekî çandiniyê dibêje, ziwabûn û germahî bandoreke mezin li berhemên çandiniyê yên cotkaran kirine û ti alî jî piştevaniya cotkaran nake.

Yek ji cotkaran dibêje, bilindbûna pileyên germahiyê û daketina lîreya Sûrî bandoreke mezin li wan kiriye, tovên ku wan beriya niha bi heşt hezar lîreyên Sûrî dikirrîn, niha bi 13 hezaran dikirrin û ev ji xeynî wê yekê ku nikarin berhemên xwe bo derve bişînin.

Li gor Komîteya Xaça Sor a Navdewletî rêjeya baranbarînê li Sûriyê di mehê de 18 mm kêm bûye, ev bûye sedema hişkesaliyê, ji ber vê yekê gelek cotkaran çandina hêşinahiyê berdane û berê xwe dane çandina daran, bi taybetî darên zeytûnan ku pêwîstiya wan bi avdaniyeke zêde nîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 239 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:10:31