Bûyerê li taxa Xwêranê ya li başûrê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê rû da.
Li gorî çavkaniyên Rêveberiya Xweser, 2 çekdarên DAIŞê ji ser motorsîklêtekê gule berdane 2 endamên Asayîşa Rêveberiya Xweser û reviyane.
Rêveberiya Xweser da zanîn ku her du endamên Asayîşê canê xwe ji dest daye.
Hefteya borî jî li taxa Muftiyê ya li bakurê Hesekê 2 çekdarên DAIŞê gule berdan endamekî Asayîşa Rêveberiya Xweser ku li ber mala xwe bi hevjîna xwe û zarokên xwe re bû.
Wî endamê Asayîşê jî canê xwe ji dest dabû.