DAIŞê êrişî hêzên Asayişa Rojavayê Kurdistanê kir

Asayişa Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand, duh bi şev di dema birêveçûna operasyonê de li nav kampa Holê, şaneyên DAIŞê êrîşî hêzên wan kirine û di encama şer û pevçûnan de 2 şervanên HSD\'ê jiyana xwe ji dest dane.
08.09.2022, Per - 10:32
DAIŞê êrişî hêzên Asayişa Rojavayê Kurdistanê kir
Nuçe Belav bike

Operasyona Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya li kampa Holê ku ji aliyê hêzên Asayişa Rojavayê Kurdistanê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dest pê kiriye, di roja xwe ya 15an de berdewam e û heta niha bi dehan endam û çekdarên şaneyên nihênî yên DAIŞê hatine girtin, çendîn tunel hatine dîtin û bi dehan kon jî hatine rakirin ku DAIŞê ji bo karûbarên xwe, cezakirina xelkê û wek dadgeh bikar dianîn.

Her wiha hat ragihandin ku ji ber êrişa şaneyên DAÎŞ\'ê de du şervanên HSD\'ê giran hatine birîndarkirin û tevî hewldanan jî herdu şervanan jiyana xwe ji dest dane.

Asayişa Rojavayê Kurdistanê ku bi fermî jê re Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê tê gotin, îro daxuyaniyek belav kiriye û ragihandiye, duh bi şev li nav kampa Holê di navbera hêzên operasyonê û çekdarên şaneyên nihênî yên DAIŞê de şer derketiye.

Li gor daxuyaniyê, êrîş di demekê de bûye ku saet 01:00 şev hêzên Asayişa Rojavayê Kurdistanê bi “bidestxistina zanyariyên ku hewldana revê ya hin endamên DAIŞê li kampa Holê piştrast dikirin, bi piştevaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Yekîneyên Parastina Jinê operasyoneke taybet di beşa pêncem a kampa Holê de lidar xistin.”

Asayişa Rojavayê Kurdistanê diyar kiriye, şaneyên DAIŞê êrîşî hêzên beşdar di operasyonê de kirine û şer derketiye û di encama şer de “endamekî şaneyên DAIŞê hatiye kuştin.”

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Herwiha 6 endamên şaneyên DAIŞê hatin girtin ku 2 jê jin bûn û hêzên me dest danîn ser 2 AK-47 û kembereke teqemeniyê.”

Operasyon di roja 15ê de berdewam e

Asayişa Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê herwiha di daxuyaniyeke din de aşkere kiriye, ku operasyona wan a li nav kampa Holê hêj berdewan e û çekdarekî DAIŞê hatiye kuştin û 8 DAIŞî jî hatine girtin.

Herwiha hatiye gotin ku hêzên beşdar di operasyonê de dest bi ser hejmarek çek û teqemeniyan û amûrên elektronîk de jî girtine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 426 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:05:52