Daxwaza xelkê Rojava ji ENKS û TEV-DEMê

Welatiyên Rojavayê Kurdistanê daxwazê dikin, ku hêzên navdewletî destêwerdanê bikin, daku aliyên siyasî yên Kurdî lihev bikin û bi hev re kar bikin.
23.05.2018, Çar - 05:54
Daxwaza xelkê Rojava ji ENKS û TEV-DEMê
Nuçe Belav bike

Li bajarê Qamişlo yê ser bi herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, piraniya xelkê dixwazin ku nakokî û pirsgirêkên di navbera alyiên siyasî de bêne çareserkirin.

Ew dibêjin, eger aliyên Kurdî li hev bikin, metirsî li ser deverê namîne û ew dikarin bi hev re ji bo pêşxsitina deverê kar bikin.

Beşek ji welatiyan daxwazê dikin, ku hêzên navdewletî yan jî aliyekî sêyem, bi xurtî kar bike, daku aliyên nakok li Rojavayê Kurdistanê nêzîkî hev bikin, ji bo ku ewlehiya deverê bihê parastin û ezmûna Efrînê li deverên din ên Rojavayê Kurdistanê dubar nebe.

Welatiyekî Kurd di vê bareyê de dibêje: "Baş e ku Kurd bigihêjin sazan û lihevkirinê." Herwiha welatiyekî din jî dide zanîn: "Pêwîst e dewleteke bihêz di navbera aliyên siyasî de hebe."

Xelkê Rojavayê Kurdistanê daxwaza nêzîkbûn û rêkevtinê ji aliyên siyasî yên wê parçeyê Kurdistanê dikin û dixwazin, ku bernameyeke kurdî ya hevbeş hebe.

Beşek ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê ji nêzîkbûna aliyan û lihevkirina wan kêm hêvî bûne. Ew dibêjin, ku hêviyên wan lewma kêm in, çimku her aliyekî siyasî li ser hêleke cuda ye. Bi gotina wê grûpa welatiyan, "eger hêzên navdewletî bi rolekê rabin, dibe ku di navbera hêzên siyasî yên Kurd de nêzîkbûn pêk bihê."

Herwiha beşek ji welatiyên Rojavayê Kurdistanê dixwazin ku jib o nêzîkbûn û rêkevtina aliyan, pêngavên baş bihêne avêtin û hebûna her core mercekê di navbera hêzên kurdî de red dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1154 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:38:51