Dêre Zor: Bi dronan êrîşî karwana leşkerî ya Îranê kirin

Li navçeya Elbukemal a girêdayî Dêre Zorê ya rojhilatê Sûriyê dronên nenas, li dijî karwaneke leşkerî ya grûpeke ser bi Îranê ve, êrîşek pêk anîn.
30.01.2023, Pts - 07:26
Dêre Zor: Bi dronan êrîşî karwana leşkerî ya Îranê kirin
Nuçe Belav bike

Li rojhilatê Dêra Zorê ya girêdayî bajarokê Elbukemal duh Yekşemê 29ê Çileya 2023an, dronên ku ne diyar e yên kîjan aliyê ne, êrîşî karwaneke lojîstîk a grûpeke ser bi Îranê ve kirin.

Di karwana ku ji Iraqê derbasî Sûriyê bû û li gundê Herrî yê bajarokê Elbûkemalê bû armanc, herî kêm 4 barhilgirên girtî û barkirî, bûn armanca êrîşan.

Heta niha li ser kuştî û birîndarên êrîşê agahî nehatin belavkirin.

Berî niha artêşa Îsraîlê ragihandibû ku di Mijdara 2022an de karwaneke çekan a Îranê li ser sînorê Sûriye û Iraqê kiriye armanc.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 309 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:03:48