Dêrezor: Hêzên HSDyê çûn nav bajarokê Zîbanê

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) çûn nav bajarokê Zîbanê yê li rojhilatê Dêrezorê.
05.09.2023, Sal - 10:54
Dêrezor: Hêzên HSDyê çûn nav bajarokê Zîbanê
Nuçe Belav bike

Hêzên HSDyê ji bo paqijkirina bajarok ji çekdaran dest bi lêgerînê kir.

Ev 11 roj in şer û pevçûnên dijwar ên di navbera HSD û beşeke Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê û hinek eşîran de berdewam in.

Çavkaniyeke medyayî ji rojhilatê Dêrezorê ji medya yê Rûdawê re ragihand ku ku hêzên HSDyê ji çend eniyan ve çûne nav bajarokê Zîbanê yê li rojhilatê Dêrezorê.

Li gorî heman çavkaniyê, hêzên taybet ên HSDyê ji bo paqijkirina Zîbanê ji çekdaran dest bi lêgerînê kiriye lê bajarok bi temamî nehatiye kontrolkirin.

Şihêl û Hewayic bi temamî hatin kontrolkirin

Çavkaniya taybet a Rûdawê herwiha da zanîn ku herdu bajarokên Şihêl û Hewayicê bi temamî ji çekdaran hatine paqijkirin û ji aliyê HSDyê ve hatine kontrolkirin.

Bajarokê Zîban, bajarokê Îbrahîm el-Hidil e ku yek ji şêxên eşîra Ikêdat e û HSDê di daxuyaniyekê de, ew wek serkêşê fitneyê bi nav kiribû û gotibû ew ji aliyê hêzên wê ve daxwazkirî ye.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 631 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:36:05