Dêrezor…Berdevkê HSDyê: 100 çekdar man

êzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), li herêma parêzgeha Dêrezorê, di operasyona xwe de, berdewam in.
06.09.2023, Çar - 10:28
Dêrezor…Berdevkê HSDyê: 100 çekdar man
Nuçe Belav bike

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), li herêma parêzgeha Dêrezorê, di operasyona xwe de, berdewam in.

Alîgirên fermandeyê berê yê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê bi çekan rûbirûyî HSDyê bûn.

Şervanên HSDyê jî xwe ji bo yekalîkirina rewşa necîgir a wê deverê amade kiriye.

Şer û pevçûnên wan, li hember çekdarên alîgirên fermandeyê berê yê Encûmena Leşkerî ya Dêre Zorê ne.

"80 çekdar birîndar in"

Berdevkê HSDyê Ferhad Şamî derbarê rewşa dawî de got:

“Hejmara ku niha li ber destên me heye, derdora 200 çekdarî ye, 80 ji wan birîndar bûne û ew birine nexweşxaneya Meyadînê. Li gorî zanyariyên li cem me, hîn jî nêzîkî 100 kesî hene ku li devera Zîbanê şer dikin.”

HSDyê ragihand ku bêhtir şer û alozî li aliyê rojavayê Çemê Ferat derdikevin.

Li wan navçeyan jî, grûpên ser bi Îranê û yên ser bi hikûmeta Sûriyê herwiha grûpên çekdarên DAIŞê hene.

"Li 4 gundan nearamî çêbû"

Derbarê vê yekê de jî Ferhad Şamî got:

"Bi giştî, Dêrezor ji 120 gundan pêk tê, ew jî bi awayekî giştî li jêr desthilata Hêzên Sûriyeya Demokratîk in. Ti rewşa necîgir lê çê nebû lê bi berevajî vê yekê, jiyan li wir asayî ye.

Naramiya ku çêbû, li çar gundên hevsînorî perava rojavayê Çemê Ferat in ku çekdarên rejîmê derbasî wê derê bûn û hewl da fitneyekê pêxin, ew jî êrîşa li ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk e."

Li şûna Ebû Xewla kesekî din tê destnîşankirin

Bi gotina Şamî, destnîşankirina kesekî nû weke fermandarê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê dê bi lihevkrina HSD û eşîrên wê navçeyê be.

Berdevkê HSDyê hevdem tekez kir ku operasyona HSDyê bi agahdariya wan hoz û eşîran e ku wan bi xwe daxwaz ji HSDê kiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 573 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:53:55