Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî karwaneke din a alîkariyan gihande Efrînê

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî 8 kamyonên din alîkarî gihandine Efrînê û li gundê Burc Ebdalo jî alîkarî li ser xelkê belav kir.
24.02.2023, Cum - 11:51
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî karwaneke din a alîkariyan gihande Efrînê
Nuçe Belav bike

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li ser şandina alîkariyên xwe bo mexdûrên erdhejên yên li herêma Efrîn a Rojavayê Kurdistanê berdewam e. Di wê çarçoveyê de, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî duh karwaneke din a alîkariyan gihande deverên erdhejê li herêma Efrînê û navçeya Cindirêsê

Ev karwana alîkariyan ji 8 kamyon alîkarî pêk tê.

Beriya niha Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî 44 kamyon alîkarî gihandibûne Efrînê, her wiha ambulans û tîmên pizîşkî jî birine wê herêma Rojavayê Kurdistanê.

Dezgehê herwiha duh Pêncşemê 23ê Sibata 2023an xwarin, şîr û gelek tiştên din li ser xelkê gundê Burc Ebdalo belav kirin.

Pêre jî dezgehê alîkariyên weke betanî, şîrê zaroan û xwarin li ser 127 malbatên gundê Til Hemo yê Efrînê belav kiribû.

Ji roja 11ê Sibatê ve Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dest bi şandina alîkariyan bo Efrînê û bi taybet navçeya Cindirêsê kiriye. Dezgehê herwiha roja 19ê Sibatê ragihand, ku wan ofîsa xwe li Efrînê vekiriye, daku bi awayekî baştir û rêkûpêk bikarin alîkariya xelkê navçeyê bikin.

Derbarê sîstema belavkirina alîkariyan de, nûnerê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Efrînê dibêje, ew bi rêya muxtaran navê xelkên xwecihî û mexdûrên erdhejê werdigrin û li cem xwe qeyd dikin, û paşê alîkariyan li ser wan belav dikin.

Roja 6ê Sibatê du erdhejên mezin 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, herwiha bakurê rojavayê Sûriyê û bi taybet navçeya Cindirês a Efrînê hejandin.

Li gor amarên fermî, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di encama erdhejên 6ê Sibatê de 43 hezar û 556 kesan jiyana xwe ji dest dane, herwiha bi hezaran kesan birîndar bûne, bi hezaran avahî jî hilweşiyane.

Herwiha li gor AFP, li Sûriyê zêdetir ji 3 hezar û 600 kesan di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane. Encûmena Xwecihî ya Cindirêsê jî ragihandiye ku bi sedema erdheja 06ê Sibatê, heta niha 1 hezar û 100 kesan canên xwe ji dest dane.

Li gor Encûmena Xwecihî ya Cindirêsê, di erdhejê de herwiha 278 avahî bi tevayî wêran bûne û 1110 avahiyên din jî ziyan gihiştiye wan û li ber ketinê ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 334 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:26:47