Dezgeha Xêrxwazîya Barzanî bi hawara xelkê Rojava da diçe

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bo alîkariya mirovî bigihîne xelkê Rojavayê Kurdistan amadekariyên xwe bi dawî kirin.
15.10.2019, Sal - 06:57
Dezgeha Xêrxwazîya Barzanî bi hawara xelkê Rojava da diçe
Nuçe Belav bike

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî yekem karawanê alîkariyê bo xelkê Rojavayê Kurdistanê bişîne.

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di konferanseka rojnemevanî da aşkere kiriye sibehê roja sêşemê 15. 10. 2019an li deriyê sînorê yê Sêmalka li Duhokê bi merasîmekê 20 tireylêran wê bişînîn Rojavayê Kurdistanê.

Herwiha ligor zanyariyan xorak, pêdawîstî tendrustî, şîr û pêdawîstiyên zarokan, betanî û av û amarên zarokan wê bo xelkê Rojavayê Kurdistanê bişînîn.

Hêjayî gotinê ye di proseya şerê DAIŞê jî da Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi sedan tireylêr alîkarî ji xelkê Rojavayê Kurdistanê ra şandibûn. Xisûsî bo xelkê Kobanî jî gelekî alîkarî hatibûn şandin û bo xelkê Kobanî bi dehan firinên nan hatibûn çêkirin.

Basnews
Vî nûçeyê tevayî: 629 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:03:03