Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê xuleke din a fêrkirina zimanê Kurdî vekir

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê piştî xuleya amadekirina mamosteyên zimanê Kurdî, niha xulên fêrkirina asta yekem û duyem ji xwendekar û welatiyan re vekir.
15.07.2024, Pts - 13:41
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê xuleke din a fêrkirina zimanê Kurdî vekir
Nuçe Belav bike

Navenda Çand û Geşepêdanê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê xulên fêrkirina asta yekem û duyem a zimanê Kurdî vekiriye. Karmendeke dezgehê jî, xurt û keçên Efrînê bi dilgermî daxwaza fêrkirina Kurdî dikin.

Karmenda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê raperîn Xelîl ji ajansa K24ê re got: “Me xulên amadekirina mamosteyên Kurdî bidawî kirin. Me niha xulên fêrkirina astên yekem û duyem a Kurdî vekirine. Em gelek kêfxweş in ku xurt û keçên Efrînê bi germî tên astên Kurdî dibin û em hêviya serkeftinê ji hemûyan re dixwazin.”

Mamosteya Zimanê Kurdî Şîrîn Hac Ebdo dibêje: “Em li ser du hêlan kar dikin. Perwerdeya her kesê ku dixwaze fêrî Kurdî xwendin û nivîsandin bibe. Hêla duyem jî, amadekirina mamosteyan e. Me pêştir xuleke amadekirina mamosteyan bidawî kir, ku 15 kes bûn. Fêrxwazên asta yekem jî 20 kes bin û ew niha asta duyem temam dikin.”

Ji aliyê xwe ve jî xwendekar dilxweşiya xwe ji bo fêrbûna zimanê Kurdî nîşan didin û dibêjin ku piştî ku ew fêr bibin, ew ê nifên din jî fêr bikin.

Xwendekar Avêsta Mistefa: “Me îro dest bi asta duyemîn a Kurdî kir. Em pir kêfxweş in ku em fêrî zimanê xwe dibin. Me bawer nedikir ku navend li bajarê me vebin, lê niha em kêfxweş in û piştî em fêr bibin, em ê di pêşerojê de jî şagirtên din fêrî Kurdî bikin.”

Salek bi ser vekirina Navenda Barzanî ya Çand û Geşepêdanê li Efrînê re derbas bûye. Navendê di heyama salekê de, gelek destpêşxerî û çalakiyên mirovî, kursên curbicur ên xwendinê vekirine û bi berdewamî alîkariyan xelkê herêmê dike.

 

Vî nûçeyê tevayî: 533 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:00:26