Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî serdana malbata şehîdên Cindirêsê kir

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi navê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana malbata şehîdên Cindirêsê kir û sersaxî ji malbatê re xwest.
18.04.2023, Sal - 08:02
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî serdana malbata şehîdên Cindirêsê kir
Nuçe Belav bike

Şanda Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ligel endamên malbata şehîdên Cindirêsê civiya û peyama sersaxiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî gihande malbata şehîdên Newrozê û da zanîn ku Mesrûr Barzanî ji roja yekem ve mijara şehîdkirina 4 welatiyên Kurd li Cindirêsê, dişopîne û daxwaza eşkerekirina hûrgiliyên bûyerê dike.

Berpirsê Dosyeya Bakur û Rojava yê Dezgehê Rewac Hacî diyar kir: “Wê çaxê Kak Mûsa hat raspartin ji aliyê Mesrûr Barzanî, Serokê Bordê Dezgehê û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, ku biçe Tirkiyê ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê vê meselê biaxivin, ku ev mesele nayê qebûlkirin. Em ji Kurdistanê hatine weke malbatên xwe di vê fitarê de li gel we bin û piçekî kêm be jî barê we yê giran jî rakin. Bi rastî barê we giran e, Xwedê alîkariya we bike. Lê ew bûn semboleke mezin bo hemû Kurdistanê. Heta ew şehîd nebûn, îhtimal e kesî newiribûya li Efrînê jî û li Cindirêsê jî dengê xwe bilind bikira bigotana ev li me zilmê dikin. Ev bûn sedemên wê hindê ku xelk bi azadî dengê xwe bilind bikin bibêjin em qebûl nakin.”

Hêsirên çavên dayika şehîdên êvara Newrozê hîn jî ziwa nebûne, serdana şanda Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li cem dayika şehîdan, bi girîng û pir bi nirx tê dîtin û dibêje ku ew spasiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dike, ku li Efrînê ligel wan e.

Dayika Şehîdan diyar kir: “Silavên min pir ji Barzanî re hene, ji hemûyan re silavan dikim, Xwedê ji hemûyan razî be, bila barê me rakin, bi me re alîkar bin, em bi tenê ne, ez çavên hemûyan maç dikim.”

Êvara Newroza 2023an, çekdarên opozîsyona Sûriyê li navçeya Cindirêsê ya ser bi Efrînê, 4 Kurd ji ber vêxistina agirê Newrozê şehîd kirin. Serokatiyên Herêma Kurdistanê wê demê komkujî şermezar kirin û daxwaza eşkerkirina bûyerê kirin. Di bin fişarê de û bi berdewamiya xwepêşandan û daxwazên dadgehkirina kujeran, 7 kes hatine desteserkirin ku heta niha lêkolîna derbarê wan de berdewam e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 440 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:07:11