Di operasyona HSDê de 2 serkirdeyên DAIŞê hatin kuştin

HSDê ragihand ku wan 2 serkirdeyên DAIŞê li gundewarê Dêrazorê kuştine ku amadekarî dikirin êrîşî Hesekê bikin
30.06.2022, Per - 10:55
Di operasyona HSDê de 2 serkirdeyên DAIŞê hatin kuştin
Nuçe Belav bike

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyekê de aşkere kiriye ku hêzên wan li gundewarê Dêrezorê operasyonek li dijî DAIŞê pêk anîne.

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Yekîneyên me yên li dijî terorê vê sibehê li gundewarên Dêrazorê operasyoneke ewlehiyê li dijî şaneyeke veşartî ya DAIŞ’ê pêk anî.”

Di dema birêveçûna operasyonê de hêzên HSDê endamên şaneyeke DAIŞê dorpêç kirine û di navbera şervanên wan û çekdaran de şer çê bûye. Di encama şer de 2 serkirdeyên DAIŞê hatine kuştin.

HSD têkildarî mijarê dibêje, “Yekîneyên me endamên şaneya terorîst dorpêç kirin û ji wan re xwestin xwe radest bikin. Lê wan gule li şervanên me reşandin, hêzên me jî bersiv dan û pevçûn çêbû. Di encamê de 2 serçeteyên ji şaneya terorîst hatin kuştin.”

Hêzên Sûriya Demokratîk destnîşan kiriye, li gorî agahiyên ku li ser şaneyê hatine berhevkirin, şaneyê amadekariya êrişên li dijî Hesekê û gundewarên wê dikir

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 431 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:41:44