Duhî alozî û pevçûn di navbera Hêzên Berevaniya Niştimanî ji aliyekî û Hêzên Rêjîmê ji aliyekî din ve li çarkoşeya ewlehiyê ya Hesekê derketin. Pevçûn bi navber berdewam in û hîn jî Fermandarê Hêzên Berevaniya Niştimanî Ebdulqadir Hemo xwe radestî hêzên rêjîmê nekiriye.
Li gor zanyariyên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, di encama pevçûnan de, leşkerekî rêjîma Sûriyê hat kuştin û 4 leşker jî birîndar bûn. Herwiha 5 kesên sivîl birîndar bûn.
Rewangehê diyar kir jî, 16 çekdarên Berevaniya Niştimanî xwe radestî hêzên hikumetê kirin.
Her wiha çend topên hawanê li taxên niştecihan ên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de, li taxên Salhiya, Muftî û Giwêran ketin, bê ku ziyanên canî bên tomarkirin, tenê ziyanên madî derketin.
Alozî û pevçûnên li Hesekê piştî wê yekê hatiye, hikûmeta Sûriyê hewl dide Fermandarê Hêzên Berevaniya Niştimanî Ebdulqadir Hemo biguhere, ji ber hebûna nakokiyan di navbera wî û Serokê Eşîra Cibûrî de.
Hêzên Berevaniya niştimanî komeke leşkerî ya Sûriyê ye ku di dawiya sala 2012an de ji aliyê rêjîma Sûriyê ve hatiye avakirin û erkê wê piştgiriya operasyonên artêşa Sûriyê yên li dijî opozîsyona çekdar e.