Di ser serhildana 12ê Adara 2004an re 19 sal derbas dibin

Îro 12ê Adarê, 19mîn salvegera serhildana ku ji bajarê Qamişlo destpê kiribû û paşê jî tevahiya Rojavayê Kurdistanê û bajarên mezin ên Sûriyê vegirtibûn.Di 12ê Adara sala 2004an dema lîstika lîstika futbolê ya di navbera tîma Cîhad a Qamişlo û Fitweyê ya Dêrazorê de li Qamişlo, alîgirên Fitiweyê kevir û dar bi xwe re birin yarîgehê û berî destpêkirina lîstikê êrîşî xelkê Cîhad kirin, bê ku hêzên hikûmeta Sûriyê tiştekî bikin, di encamê de hejmareke alîgirên Cîhad canê xwe ji dest dan. Bi vê boneyê li Rojavayê Kurdistanê çend çalakî hatin lidarxistin.
13.03.2023, Pts - 05:46
Di ser serhildana 12ê Adara 2004an re 19 sal derbas dibin
Nuçe Belav bike

Berê 19 salan di 12 Adara 2004an de li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê dema birêveçûna lîstika futbolê ya di navbera tîma Cîhad a Qamişlo û Fitwê ya Dêrazorê de alîgirên tîma Fitiweyê sivkatî bi al û kesayetiyên Kurdistanî kirin û dirûşmên nîjadperstî berz kirin û piştre bi dar û keviran êrîşî alîgirên tîma Cîhadê kirin.

Tevî ku hejmareke mezin a endamên hêzên ewlekariyê yên hikumeta Şamê amade bûn, lê destewerdan heta ku hêzên rejîmê jî êrişî alîgirên Tîma Cîhad kirin. Li şûna ku hikûmeta Sûriyê rewşê kontirol bike, parêzgerê Hesekê yê wê demê Selîm Kebûl ferman da ku hêzên Sûrî gule berdin alîgirên Tîma Cîhadê.

Piştî şehîdbûna hejmarek welatiyên Kurd ji aliyê hêzên Sûriyê ve, roja paşti 13ê Adarê jî li seranserî bajar û navçeyên Rojavayê Kurdistanê li dijî rejîma Sûriyê serhildan hat destpêkirin, lê hêzên ser bi hikûmeta Sûriyê ve teqe li xwepêşanderan reşand û di encamê de zêdetirî 40 welatiyên Kurd şehîd bûn.

Ji aliyekê ve hikûmeta Sûriyê hêzeke mezin li bajarên Rojavayê Kurdistanê kom kir û qedexeya derketina derve ragihand û ji aliyekê ve jê dest bi girtina Kurdan kir.

Di serhildana 12ê Adarê de derdora 40 Kurdên Rojavayê Kurdistanê şehîd bûn û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Li Rojavayê Kurdistanê serhildana 12ê Adarê hat bibîranîn

Bi vê boneyê li Rojavayê Kurdistanê çend çalakî hatin lidarxistin.

Di salvegera serhildana 12ê Adarê de, Rêveberiya Xweser û Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê çend çalakî li darxistin.

Rêveberiya Xweser lîstekeke futbolê di navbera tîmên Cizîrê û Dêrazorê de li yarîgeha şehîdên 12ê Adarê li bajarê Qamişlo çêkir, li dawiyê tîma Cizîrê bi 2 gol li himber golekê bi ser ket.

ENKSê qurbaniyên serhildana 12ê Adarê bibîranî

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi vê minasebetê 5 xulekan li pêşiya ofîsên xwe li bajar û bajarokên cuda yên Rojavayê Kurdistanê rawestiyan.

Li Qamişlo seredana gorên şehîdên serhildanê li goristana Qidûrbek kirin.

Li ji bajarê Dirbêsiyê xelk 5 xulekan wek rêzgirtin ji canê şehîdên serhildanê rawestiyan.

Li Tirbespiyê jî, ENKS seredana gorên şehîdên serhildanê û yên pêşmergeyên Roj ku di şerê DAIŞê de şehîd bûbûn kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 797 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:20:41