Droneke Tirkiyê bajarê Qamişlo bombebaran kir

Droneke Tirkiyê avahiyek li bajarê Qamişlo bombebaran kir û li gor zanyariyên destpêkê, ziyan tenê madî bûne.
09.06.2022, Per - 08:42
Droneke Tirkiyê bajarê Qamişlo bombebaran kir
Nuçe Belav bike

Li gor jêderên xwecihî, îro danê droneke artêşa Tirkiyê nêzîkî goristana taxa Meyselon a rojhilatê Qamişlo bomberan kir.

Li gor zanyariyan, di encama bombebaranê de zirarên madî gihîştine hin avahî û otomobîlan.

Tê payîn Hêzên Ewlekariya Hundirîn (asayiş) daxuyaniyekê li ser êrişê bide.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 611 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:21:34