Droneke Tirkiyê li Dêrikê du otomobîl hedef girtin

Li gundê Xana Serê li nêzîkî Dêrika Rojavayê Kurdistanê, droneke Tirkiyê du otomobîl kirin armanc.
28.06.2022, Sal - 06:21
Droneke Tirkiyê li Dêrikê du otomobîl hedef girtin
Nuçe Belav bike

Serê sibeha Îro Sêşemê 28ê Hezîran 2022yan droneke Tirkiyê li gundê Xana Serê yê nêzîkî bajarê Dêrika Hemko li Rojavayê Kurdistanê, saet derdora 04.00 du otombîl armanc kirin.

Li gor agahiyên destpêkê birîndarên wê bûyerê hene.

Li gor çavkaniyên xwecihî, yek ji otombîlan a kesekî sivîl e. Birîndarên burdomanê jî bo nexweşxaneyan hatine veguhastin. Du ji wan ji bo nexweşxaneyên Qamişlo hatine veguhastin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 459 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:11:55