Medyaya nêzîkî opozîsyona Sûriyeyê ragihand ku droneke Tirkiyeyê otombîlek li bakurê Helebê li nêzîkî bajarokê Zehrayê yê Şîenişînê bombebaran kir.
Li gor medyaya nêzîkî opozisyona Sûriyeyê di encama wê êrişê serkirdeyekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di wê otombêlê de bûye.
Ji aliyên din ve Medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê jî nûçe piştrast kir.
Di nûçeyê de hate ragihand ku li bakurê Helebê otombîlek ji aliyê droneke Tirkiyeyê ve hatiye bombebarankirin, di encamê de qurbanî hene lê behsa nasnameya qurbaniyan nekir.
Heta niha HSD û Rêveberiya Xweser, yan jî Tirkiyeyê ti daxuyanî li ser vê yekê nedaye.
Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan jî ragihand ku Tirkiyeyê ji destpêka vê mehê ve 7 êrîşên asmanî yên dronan li Rojavayê Kurdistanê kirine.
Li gor Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan di wan êrîşan de 4 şervanên HSDyê canê xwe ji dest daye û 10 şervanên din jî birîndar bûne.