Dronên Tirkiyê li esmanê 3 navçeyên Rojavayê Kurdistanê digerin

Dronên Tirkiyê îro li esmanê navçeyên Şehba,Til Temir û Zirganê yên Rojavayê Kurdistanê geriyan.
25.07.2022, Pts - 13:02
Dronên Tirkiyê li esmanê 3 navçeyên Rojavayê Kurdistanê digerin
Nuçe Belav bike

Çavkaniyên nêzîkî Rêveberiya Xweser ragihandin, îro 25ê Temûzê dronên Tirkiyê li esmanê navçeya Şehba,Til Temir û Zirganê yên Rojavayê Kurdistanê geriyan.

Li gor heman çavkaniyan, tevgera dronan li esmanê navçeya Zirgan û Til Temir piştî topbarankirina wan naçeyan di serê sibeha îro de ji aliyê hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdaî wê ve hat.

Di rojên dawî de topbarankirina navçeyên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve gelek zêde bûye û ji ber topbaranan ji bilî ziyanên maddî ziyanên canî jî li navçeyê çêbûne.

Hêzên Tirkiyê îro gundên Hirbêl û Til Medîq li Şehbayê, gundên Esediyê, Xedrawî, Til Hermil, Til Werd û Xirbet El-Şiîr ên girêdayî Zirganê û herwiha gundê Til Tewîl li navçeya Til Temir topbaran kirin.

Duh Yekşembê 24ê Tîrmehê jî di topbaranên cuda cuda yên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê de kesekî sivîl canê xwe ji dest dabû û 8 sivîl jî birîndar bûbûn, herwiha leşkerekî Sûrî hatibû kuştin û 2 leşker jî birîndar bûbûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 614 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:33:54