Du car e agir bi mala koçberekî Rojava dikeve

Duh li Kampa Berdereşê ya Duhokê agir bi çadirên penaberên Rojavayê Kurdistanê ket û di encamê de 9 çadir bi temamî şewitîn.
29.06.2022, Çar - 06:31
Du car e agir bi mala koçberekî Rojava dikeve
Nuçe Belav bike

Koçberekî Rojavayê Kurdistanê ev cara duyem e ku mala wî dişewite.Yekem car li bajarê Serê Kaniyê di dema bomberarana Tirkiyê û duyem car li penaberiyê li kampa Berdereşê.

Çadira penaberê bi navê Adil Naso li gel 8 çadirên din şewitîn û hemû malên ku di van 3 salên borî de komkiribû di çend çirkeyan de çûn.

Adil Naso dibêje “Balafiran li Serê Kaniyê mala min bombebaran kir û şewitand, niha jî tişta min van hersê salan kom kirî, her hemû çû, hema tenê ez û zarokên xwe rizgar bûn.”

Sedema agir şortekê eleketrîkê bû. Li gor wan di kîmî 10 xulekan de 9 çadir bi temamî şewitîn. Jinek birîndar bû û ziyan tenê madî bûn.

Mihemed Mûsa Sîno got “Em dixwazin ji van çadiran derkevin, ji ber ku herdem destê me li ser dilê meye. her carekî em diçin ser kar, em li ser jiyana zarokên xwe ditirsin heta ku em vegerin.”

Kilsoma Ehmed diyar kir “Ez di hundirê çadira xwe de bûm û ji nişkekî ve agir girte çadirên me. Pîra min di nava çadirê de asê ma û destên wê şewitîn.”

Dema agir, xaleta Cemîla di nava çadirê de asê mabû, ew dibêje di 85 salên temen xwe de, yekem care wê tirseke bi vî rengî dibîne.

Cemîla Ehmo got “Min ji nişkeke ve aigr dît û min hewar kir û êdî min nema tiştekê din dît.”

Ji koma 10 kampên penaberên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê, Kampa Berdereş take kampe ku ta niha çadirin û nebûn qaîde, ku 919 malbatan li xwe digre.

Rêveberê Kampa Berdereşê Aram Hadî ragihand “Piştî vemrandina agir, me hemû amadekariyên xwe kirine ji bo dabînkirina kelûpelan ji bo van malbatan, herweha ji bo bidawîanîna vê rewşa ku ev penaber tê de dijîn. Di destpêka sala 2023ê ev malbat dê werin veguhestin ji bo kampa Giwêlan.”

Li gor rêveberiya kampa Berdereş her 9 mal hatin veguhestin ji bo Kampa Giwêlan û her îro bingeh ji wan re li wê kampê bi hemû kelûpelan ve hatin amadekirin.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 503 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:06:11