DYAê soz daye kurdan ku wan bigihîne Deryaya Spî

Rojnameya Nizavisimayayê bi analîzekê ragihand ku kurd li ser hemû xetan dixebitin û têkiliyên xurt him bi Rûsyayê re û him jî bi Amerîkayê re datînin û destnîşan kir tê îdakirin wan soz ji DYAyê stendiye ku wan bigihînin Deryaya Spî û dewletekê ji wan re li bakurê Sûriyeyê û başûrê Tirkiyeyê ava bike.
09.12.2017, Cts - 11:06
DYAê soz daye kurdan ku wan bigihîne Deryaya Spî
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê (Pentagon) Eric Pahon berî niha nexwestibû bersiva wê pirsyarê bide bê gelo ew dê hêzên ewlekarî û aştiyê bo herêma rojhilatî ya Parêzgeha Dêra Zorê ya Sûriyeyê bişînin an na.

Herwiha Pahon axivîbû û gotibû, dewleta Sûriyeyê û Rûsyayê li hemberî DAIŞê di qadeke piçûk de cih girtin ku "beşeke mezin ji xaka Sûriye û Iraqê hêzên navneteweyî û yên hevpeymanê rizgar kiriye" û dê li ser operasyonên xwe yên li Sûriyeyê û piştgirina hêzên herêmî berdewam bin.

Li gorî pentagonê, tevgera Amerîkayê giring bû ku bi hişt Şam û Moskow Dêra Zorê ya bi petrolê zengîn vegerînin.

Ji aliyê din ve, Endamê Komîteya birêvbirina rojhilatê firatê û Berdevkê YPGê Nûrî Mehmûdî diyar kir ku parêzgeha Dêra Zorê beşeke Sûriyeyê ku jê nayê cudakirin.

Hêjayî gotine ku Berdevkê YPGê li gel Cîgirê Fermandarê Baregeha Himeymimê Generalê rûsî Aleksî Kîmî di daxuyaniyekê de spasiya Rûsyayê kir û pesnê li piştgiriya hewayî, lojîstîkî, şêwirmendî û kordînasyonê Rûsyayê dane wan da.

Mehmûdî diyar kir ku YPGê amade ye, heyeta erkanan û "odeyeke hevbeş" ji bo şerê DAIŞê çêke daku kordînasyonê xurttir bikin û şerî xelas bikin.

Rojnameyê bal kişand ser daxuyaniya Berdevkê YPGê Nûrî Mehmûdî ku destnîşan kiribû, hêzên wan bi karîgêrî li dijî DAIŞê şer kiriye û hêzên kurdî amade ne şêwirmendên rûsî li rojhilatê Firatê biparêzin."

Li gorî rojnameyê ev agahî gelekî giring in, ji ber heta berî demeke kurt, hêzên kurdî di bin sîwana Hevpeymana Navdewletî de şer dikir lê wiha diyar e ku wan herwiha di bin sîwana Rûsyayê de jî şer kiriye.

Fermandarê rûsî General Yevgeny Poplavsky ev agahiyên YPGê piştrast kiribûn ku diyarkiribû Rûsyayê 672 firîn pêk anîne û di wan firînan de 1450 sengerên DAIŞê runxandine û diyar kiribû ku ji bo kontroleke rasterast li herêmê, pêwîst e, odeyeke operasyonên hevbeş were damezirandin ku nûnerên eşîrên rojhilatê Firatê jî tê de bin.

Li gel vê jî hêzên kurdî ragihandibû ku dê şêwirmendên rûsî yên li rojhilatê Firatê biparêzin.

Di berdewamiya nivîsê de tê gotin, wiha diyar e ku danûstendina hêzên Amerîkayê li gel HSDya ku YPGê di nav de ye dê li Dêra Zorê bi dawî bibe û wiha dewam dike: Lê tevî vê jî zû ye, mirov bibêje ku DYA kontrola xwe bi tevahî li rojhilatê Firatê ji dest daye."

Elî Ekber Wîlayatî ji medyayê ragihandibû ku amerîkiyan 12 baregehên leşkerî ava kirine û wan biryar daye ku hejmara hêzên xwe bigihîne 10 hezaran û li gel vê niha baregeheke nû li Reqayê ava dikin.

Berdevkê HSDê yê berê ku niha li Tirkiyeyê Telal Silo dibêje ku "sedemên taybet ên HSDê hene ku piştgiriya Amerîkayê bike ji ber ya dawî çekan dide wan" û îdîa dike ku "DYA li ser asteke ne xerab bi PKKê re dide û distîne û di vê çarçoveyê de wiha dibêje: "DYA pitgiriyê dide herdû aliyan û kontrolkirina hinek herêmên giring di berjewndiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Partiya Karkerên Kurdistanê de ye. Jixwe ev jî bêyî alîkariya DYA ne pêkan e."

Li gorî hevpeyvîna Siloyî ya ku HSDê ragihandibû ku ew di bin şantajê de tên dayîn, DYA bi dizîka piştgiriyê dide hêzên kurdî PKKê ji bo ku dewleteke serbixwe li bakurê Sûriyeyê û başûrê Tirkiyeyê çêkin.

Rojname radigihîne ku nûnerekî payebilind ê istixbarata Amerîkayê li gel fermandarên HSDê ya ku kurd pêşengiya wê dikin civiyaye û ji wan re teqez kiriye ku kontrolkirina bîrên petrolê li Dêra Zorê dê alîkariya Washintgonê bike ku hemû bêrîk yan herêmên kurdî yên li bakurê Sûriyeyê bike yek û wan bigihîne Deryaya Spî.

Silo dibêje ku heta kurd negihêjin Deryaya Spî, keyanê ku dê li bakurê Sûriyeyê ava bikin dê bo demeke dirêj dewam neke û wiha û dibêje dike ku ji ber ku Dêra Zorê ketiye destê Rûsyayê, niha planên din ên Washingtonê hene û destnîşan dike ku Amerîka dê hewl bide ku demeke dirêj li Sûriyeyê bimîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1385 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:26:25