Efrîn.. 2 çekdarên ser bi Tirkiyê ve ji aliyê droneyeke nenas ve hatin kuştin

Droneyeke a nenas motorsîkleke çekdarên ser bi Tirkiyê ve li Efrînê bombebaran dike û 2 çekdaran dikuje.
12.07.2022, Sal - 11:09
Efrîn.. 2 çekdarên ser bi Tirkiyê ve ji aliyê droneyeke nenas ve hatin kuştin
Nuçe Belav bike

Jêderekî xwecihî ji Efrînê ji K24ê re got, îro danê sibe Droneyeke nenas motorsîklek li geliyê Kêl Êhme yê di navbera gundê Xalta û Miskê de bombebaran kir û 2 çekdarên ji grûpa Ehrar El-Şerqiyê yên li ser wê motorsîklê bûn, hatin kuştin.

Wî jêderî diyar kir, yek ji kesên kuştî navê wî Xalid Sibêh e û ji xelkê Dêrazorê ye.

Roja 28ê Hezîrana borî jî motorsîkla serkirdeyê El-Qaîde Ebû Hemze El-Yemenî li gundewarê Idlibê ji aliyê Droneyeke Hevpeymaniya Navdewletî ve hatibû aramckirin û hat kuştin.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 450 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:05:00