Efrin: Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî navendeke perwerdeyê vekir

Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî li gundê Basûtê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê piştgirî da Koma Raperînê û navendeke perwerdeyê vekir.
28.09.2023, Per - 05:54
Efrin: Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî navendeke perwerdeyê vekir
Nuçe Belav bike

Di navendê de 15 kes di wênesazî, 10 kes di karê destan û 20 kes jî di dîlanên folkloriyê de tên perwedekirin.

Endama Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Raperîn Xelîlê diyar kir ku ew piştgiriya hemû behreyan dikin.

Endama Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Raperîn Xelîlê anî ziman:

“Du karên nû lê hatin zêdekirin ku ew jî wênexêzî û karên destî ye. Kêfa xelkê jê re tê.

Di wênexêxiyê de zêdetirî 15 kesan li cem perwerdeyê dibînin û di karên destî de jî nêzîkî 10 kesî û zêdetir jî perwerdeyê dibînin.

Herwiha ya koma folklorê heye, yên zarokên biçûk hejmara wan jî gelekî baş e, nêzîkî 20 kesî hene.”

Welatiyên bi navê Ava Sîso û Alîn Xidir li wê navendê xwe fêrî wênesaziyê dikin.

Wan destnîşan kir derfeta wan a çûyîna Efrînê nebû ku behreya xwe bi pêş bixin lê ew niha li gundê xwe perwerdeyê dibînin.

“Em sûdê jê werdigirin”

Welatiya bi navê Ava Sîsoyê got:

“Ez dibînim ku sûdê jê werdigirim, destê min çûye ser. Me berê nikaribû perwerde bidîta û herin Efrînê û werin.

Ji me re kurs vekirin ku em sûdê jê wergirin.”

Welatiya bi navê Alîn Xidirê li ser navendê anî ziman:

“Min ji resman hez dikir lê derfetên me tunebûn ku em herin Efrînê û werin. Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî ji me re li vir navendek vekir ku werin fêr bibin.

Em dibînin ku sûda wê heye, em roj bi roj pêş dikevin.”

Li navenda ku li gundê Basûtê hatiye vekirin, ne tenê zarok, ciwan û pîr û kal jî perwerdeyê dibînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 341 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:21:31