Efrîn: Endamekî grûpên çekdar destdirêjî li keçeke 13 salî kir

Li Efrînê çekdarekî Ceyş El-Islam destdirêjî li keçeke 13 salî ya ji Helebê kir, malbata wê daxwaza cezakirina wî çekdarî dike.
12.05.2023, Cum - 05:45
Efrîn: Endamekî grûpên çekdar destdirêjî li keçeke 13 salî kir
Nuçe Belav bike

Li gorî medyaya nêzîkî opozisyona Sûriyê navê wî çekdarî Salih Qasim e, çekdarê Ceyiş El-Islam e, bi xwe ji taxa Berzê ya Şamê ye. Zaroka ku destdirêjî lê hatiye kirin 13 salî ye û ji bajarê Helebê ye.

Hejmareke Erebên hawirde yên Helebê û kesûkarên wê li pêşiya avahiya Polîsên Serbazî li Efrînê banga cezakirina wî çekdarî kirin.

Erebên hawirde û kesûkarên wê gotin, “Em şoreşgêrên bajarê Helebê ne, me di tariya şevê de bihîst ku zarokeke keç hîn negihîştiye 13 salan destdirêjiya seksî li Efrînê lê hatiye kirin, ku jin û keç dayik û xwîşkên me ne. Di tariya şevê de demjimêr 00:00an de em hatin ba polîsên serbazî û me ji serokê şaxê re got, keçek destdirêjiya sêksî lê bûye, rabû ev pirs şopand. Kesê destdirêjî kiriye navê wî Felah Qasim e ji Şamê ye, piştî destdirêjî kirye ji Efrînê reviya ye Azazê.”

Her wiha anîn ziman, “Li wir Feyleqa Sêyem ew girtin û piştre radestî polîsên serbazî li Efrînê kirin. Em daxwaza cezakirina vî tawanbarî dikin ku destdirêjî li zarokekê kiriye, divê ev tawanbarê 53 salî cezayeke mezin bibîne. Em hêvî dikin aramî û ewelhî li navçeya rizgarkirî belav bibe.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 449 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:16:39