Efrin: Komên çekdar 3 Kurd desteser kirin

Li bajarê Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê grûpên çekdarên ser bi Tirkiyeyê ve 3 Kurd desteser kirin.
14.08.2023, Pts - 11:32
Efrin: Komên çekdar 3 Kurd desteser kirin
Nuçe Belav bike

Rewangeha Mafên Mirovan ya Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çekdarên grûpa Feyleq el-Şamê ya ser bi Tirkiyeyê ve li gundê Kebaşînê yê navçeya Şêreweyê ya Efrînê ciwanekî Kurd desteser kir.

Polîsên serbazî welatiyekî Kurdê 36 salî li xala kontrolê ya Tirindê û çekdarên Firqeya el-Hemzeyê jî li gundê Şengîleyê yê navçeya Bilbilê welatiyekî Kurd desteser kir ku heta niha jî rewşa wan nediyar e.

10ê tebaxê jî polîsên serbazî yên ser bi Tirkiyeyê ve li taxa Eşrefiyeyê ya bajarê Efrînê piştî ku welatiyekî Kurd 3 rojan desteser kir, ew bi hezar û 500 dolar û du apartmanan berdabû.

Dagirkirina Efrînê û binpêkirinên li dijî Kurdan

Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên ser bi opozisyona Sûriyeyê ve û Tirkiye piştevaniya wan dike, 20ê Kanûna Paşîna 2018yan li ser Efrînê dest bi êrişeke berfireh kir

Êriş ji bejahiyê û esman ve hate kirin û Efrîn heta wê rojê jî di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê 18ê Adara 2018yan ket destê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişan de, bi sedhezaran Kurdab mal û warên li dû xwe hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin dagirkiriya Tirkiye û komên çekdar ên opozisyona Sûriyeyê, binpêkariyên li dijî welatiyên Kurd berdewam in.

Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyeyê ve hatine kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 498 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:46:55