Efrin: Tirkiye, Filistînî û welatên kendavê bi dirûşmên mirovî demografiyê diguherînin

Li nêzîkî gundê Kefrûmê yê nahiyeya Şêrawayê ya Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji Tirkmen û Erebên hawirde re komelgehên niştecîkirinê têne avakirin.
01.09.2023, Cum - 05:40
Efrin: Tirkiye, Filistînî û welatên kendavê bi dirûşmên mirovî demografiyê diguherînin
Nuçe Belav bike

Komelgeha bi navê gundê Ehil el-Xeyr ji aliyê saziya navdewletî ya ji bo Geşepêdana Civakî û Piştevaniya Mirovî ve tê avakirin ku baregeha wê li Tirkiyeyê ye.

Li gor zanyariyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji gundê Kefrûmê wergirtine, li gundê Kefrûmê yê Şêrawayê 2 komelgeh têne avakirin.

Komlgehek li başûrrojhilat, li ser rêya Qurtqulaqê ye û komelgehek jî li bakurrojhilat, li ser rêya Elkê ye.

Her komelgehek ji 7 komên avahiyan pêk tê. Her komekî jî ji dehan xaniyan pêk tê.

Çalakvanê belgekirina binpêkirinên li herêma Efrînê Îbrahîm Şêxo yê ku bixwe jî ji neçariyê koçberî navçeya Şehbayê bûye, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Îbrahîm Şêxo diyar kir ku Tirkiye û hin welatên kendavê û rêxistinên Filistînî, di bin dirûşmên mirovî de, li Efrînê demografiyê diguherînin.

Çalakvanê belgekirina binpêkirinên li herêma Efrînê Îbrahîm Şêxo got:

“Em dizanin ku li Efrînê bêhtirî 3 komelgehên ku ava bûne û ava dibin hene.

Bi taybetî jî li Şêrawaya Cindirêsê bêhtir têne avakirin.”

Karê avakirina komlegeha bi navê Ehil el-Xeyrê ya li herêma Efrînê ji meha Adara 2023yan ve dest pê kiriye.

Komelgeh bi hinceta vehewandina qurbaniyên erdheja 6ê Sibatê têye avakirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 339 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:31:45