Encûmena Leşkerî ya Minbicê ji bo peymana li gel Rûsyayê daxuyanî da

Fermandariya Giştî ya Encûmena Leşkerî ya Minbicê daxuyand ku peywira parastinê ya navenda bajarê Minbicê û derdora wê li ser milê wan û hevpeymana navdewletî ye.
06.03.2017, Pts - 08:03
Encûmena Leşkerî ya Minbicê ji bo peymana li gel Rûsyayê daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Fermandariya Giştî ya Encûmena Leşkerî ya Minbicê li ser peymana di derbarê Minbicê û devera wê de, ya ku li gel Rûsyayê ji bo radestkirina Artêşa Sûriyeyê hat îmzekirin, daxuyaniyek weşand û di daxuyaniyê de diyar kir ku nûçeyên di derbarê peywendiyên wan ên li gel Rûsyayê de hatine belavkirin, dûrê rastiyê ne.

Encûmenê di daxuyaniyê de got, "Wek Encûmena Leşkerî ya Minbicê me berê jî diyar kiribû ku peywira parastina Minbicê û derdora wê ji aliyê şervanên Encûmena Leşkerî ya Minbicê û hêzên hevpeymana navdewletî ve tê bicihanîn. Em destûrê nadin tu hêzê ku derbasî herêmê bibe. Minbic ji aliyê hêzên me û hêzên hevpeymana navdewletî ve ji destê terorîstên DAIŞê hatiye rizgarkirin û ji aliyê heman hêzan ve jî tê parastin."

Encûmena Leşkerî ya Minbicê di dawiya daxuyaniya xwe de bal kişand ser ku peymana li gel Rûsyayê tevahiya Minbicê di xwe de nahewîne û ev tişt gotin, "Wek Encûmena Leşkerî ya Minbicê peymana me ya li gel Rûsyayê tenê herêma Erîma û cihên ku hêzên Operasyona Mertalê Firatê lê ne, di xwe de dihewîne."

Sputnik
Vî nûçeyê tevayî: 1400 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:46:06