ENKS bi paketekê ve diçe kongreya Cenêv-4

Endameke rêveberiya yekitiya xwandevan û ciwanên Demokarta Kurdistana rojava, behsa serdana şandeya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS)ê ya kongreya Cenêv-4 dike û dibêje: ‘’Encûmena Niştimaniya kurd li Sûriyê dê bi pakete ve serdana Cenêvê bike.’’
21.02.2017, Sal - 14:38
ENKS bi paketekê ve diçe kongreya Cenêv-4
Nuçe Belav bike

Endamê yekitiya xwandevan û ciwanên demokrata Kurdistana rojava Dijwar Tofîq ji BasNewsê re ragehand: ‘’Biryare 23.02.2017ê kongreya Cenêv-4 destpê bike û gotûbêj dê bên kirin di navbera şandeya rejîma Sûriyê û opozîsyonê de. Şandeya ENKSê wek nûnerê gelê Kurdistanê li Sûriyê dê di nav şandeya opozîsyonê de be.’’

Herwaha got: ‘’Nûnerê şandeya kurd dê Dr. Ebdul Hekîm Beşar be, li wê derê li ser penaber û mijara rastîhatina teror û qonaxa veguhestinê di navbera opozîsyon û rejîmê de wê bê kirin.’’

Navborî ragehand: ‘’ENKS beşek ji opozîsyona Sûriyê dibe, karê me ewe ku em daxwaza federasyonê bikin bo Kurdistana rojava û wek paketekê danûstandin dê bên birêvebirin.’’

Basnews
Vî nûçeyê tevayî: 1754 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:47:05