ENKS: Bila çekdar ji Serê Kaniyê û Girê Spî bên derxistin

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di 3 mîn salvegera dagîrkieina Serê Kanî û Girê Spî de ji aliyê Tirkiyê û çekdarên Opozîsyona Sûriyê ve, daxuyaniyek belav kir ev dagîrkirin, weke ictiyah bi nav kir, wate derbasbûna bi zorê.
10.10.2022, Pts - 07:44
ENKS: Bila çekdar ji Serê Kaniyê û Girê Spî bên derxistin
Nuçe Belav bike

Sê sal di ser dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî re derbas bu. Weke îro di sala 2019an de Tirkiyê piştî ku çira kesk ji serokê berê yê Amerîka Donald Trump wergirt, bi hevkariya grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê dest bi êrîşeke berfireh li dijî navçeyên Serêkaniyê û Girê Spî kir. Di encama êrîşê de piraniya Kurdên resen ên van herdu navçeyan neçarî koçberiyê bûn.

ENSK bi boneya salvegera dagirkirina Serê Kaniyê û Girê Spî daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand: “Careke din binpêkirin û tawanên ku li dijî xelkê Serê Kaniyê û Girê Spî wek çawa li Efrînê dikin, protesto dikin.”

Di daxuyaniya xwe de ENKS dibêje: “Em daxwazê ji civaka navdewletî, Netewên Yekbûyî, Amerîka, Rûsya û Tirkiyê dikin sînorekî ji êşên xelkê van navçeyan re deynin.”

ENSK herwiha derxistina çekdaran ji navçeyên dagirkirî yên Rojavayê Kurdistanê ji hêzên navnetewî û aliyên di vê mijarê de rola wan hebûye kir û got: “ Daxwazê dikin karekî cidî ji bo derxistina grûpên çekdar ji nav bajar û bajarokan bê kirin ji bo ku rê ji bo vegera koçberan bê xweşkirin û rêveberiya navçeya xwe bikin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 343 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:28:56