ENKS: Divê Amerîka û Rûsya zextê li Tirkiyê bikin

ENKSê daxwaz kir, ku leşkeriya bi zorê bidawî were û hemû zarokên revandî vegerin nava malbatên xwe.
10.07.2020, Cum - 19:50
ENKS: Divê Amerîka û Rûsya zextê li Tirkiyê bikin
Nuçe Belav bike

Emîndariya Giştî ya ENKSê daxwaz ji Amerîka û Rûsyayê kir ku zextê li Tirkiyê bikin, ji bo ku ava wêsgeha Elok berde.

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxuyaniyek belav kir û ragihand, tevî kirîza abûrî, bilindbûna nirxên kelûpelan, qutkirina ava Elok, barê li ser milê welatiyan giran kiriye û divê jiyana welatiyan tevlî nakokiyan neyê kirin.

ENKSê di daxuyaniya xwe de rexne li Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî girt û gor, ew hîn jî li ser girtina xortan û birina wan bo leşkeriya bi zorê û çekdarkirina zarokan berdewam e, ev jî di demekê de ye, ku hêviyên Kurdan bi hewlên nêzîkirina aliyan çê bûn, lê bi van kiryaran etmosfereke xerab derdikeve.

ENKSê daxwaz kir, ku leşkeriya bi zorê bidawî were û hemû zarokên revandî vegerin nava malbatên xwe.

Emîndariya Giştî ya ENKSê nerazîbûna xwe derbarê bikaranîna vetoyê de ji aliyê Rûsya û Çînê ve, li dijî mîkanîzma şandina alîkariyan bi rêya deriyên sînorî nîşan da û daxwaz ji civaka navdewletî kir, ku leza şandina alîkariyên mirovî bo xelkê navçeyê bike.

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 695 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:37:49