ENKS: Hilbijartinên Parlamentoya Sûriyeyê binpêkirina biryarên navdewletî ne

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dibêje, hilbijartinên Parlamentoya Sûriyeyê ne dadperwer in û piştguhkirina biryarên Neteweyên Yekbûyî ye.
15.07.2024, Pts - 13:37
ENKS: Hilbijartinên Parlamentoya Sûriyeyê binpêkirina biryarên navdewletî ne
Nuçe Belav bike

Hilbijartinên parlamentoya Sûriyeyê îro demjimêr 07:00 li navçeyên di destê rêjîma Sûriyeyê de ne dest pê kirin. Aliyên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê hilbijartin baykot kirine, li navçeyên di destê opozîsyonê de proseya hilbijartinan nayê kirin û xelkê parêzgeha Siweydayê jî sindoqên dengdanê şewitandin.

Di vê derbarê de, ENKSê di daxuyaniyekê de hilbijartin baykot kir û ragihand, rêjîma Sûriyeyê dixwaze hilbijartinan pêk bîne, wek hewlekê ji bo desthilata xwe bi rêya saziyeke sexte bi hêz bike. Ev hilbijartin piştguhkirina rêkeftina civaka navdewletî li ser biryara 2254 ya Netewên Yekbûyî ji bo çareserkirina kirîza Sûriyeyê ye.”

Herwiha got: “Li gorî biryara 2254, divê hilbijartin li welat di rewşeke ewle, bêalî û aram de bê lidarxistin, herwiha divê hilbijartin pak û dadperwer bin û hemû Sûriyan li navxwe û derveyî welat tê beşdar bon û di bin çavdêriya Netewên Yekgirtî de bin, ku ti mercek ji wê jî nîne.”

ENKS dibêje, “Ev hilbijartinên ku ji aliyê rejîmê ve tên kirin, di demekê de ye wê kontrola ewlekarî û îdarî li ser deverên berfireh ji erdnîgariya Sûriyeyê jidest daye, piraniya xelkê Sûriyeyê jî yan, koçber, bêwar û yan girtî ne.”

ENKS diyar dike, “Lidarxistina van hilbijartinan ji bo xapandina raya giştî ye ku rewşa Sûriyeyê aram e, hewleke ji bo rewatiya derve werbigire û desthilatdariya xwe û rola xwe ya astengker di çareseriya siyasî li Sûriyeyê de destnîşan bike.”

Herwiha ENKS tekez dike, “Ev hilbijartin ti rewatiyê wenagire û binpêkirina biryarên Netewên Yekgirtî yên pêwendîdar in. Hemû Sûrî, bi hemû pêkhateyên xwe ve sexteya wê dizanin û pêşwext dizanin ku encamên van hilbijartinan dê di berjewendiya Partiya Beis û alîgirên de bin, ji ber wê ti giringî neda van hilbijartinan.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 194 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:44:16