ENKS li dijî plana Tirkiyê derket

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxwaz ji Tirkiyê dike dest ji plana xwe ya vergerandina penaberan berde û wê yekê weke dîportkirina penaberan û guhertina demografiya herêmê û bi taybet jî li Efrînê bi nav dike.
17.05.2022, Sal - 12:48
ENKS li dijî plana Tirkiyê derket
Nuçe Belav bike

ENKSê derbarê plana Tirkiyê ya vegerandina penaberên Sûrî de daxuyaniyek belav kir û tê de dibêje, “Tirkiyê bi fermî projeya xwe ya ku navê 'Vegera Dilxwaz' lê kiriye ragihandiye, da ku milyonek penaberên Sûrî yên li Tirkiyê vegerîne û 13 komelgehan di nava axa Sûriyê de li ser sînorê xwe yê başûr, ji Ezazê heta Serê Kaniyê, bi cih bike.”

Di daxuyaniyê de tê gotin, eger penaberên ku ji Tirkiyê bo nav Sûriyê tên vegerandin, li deverên xwe yên resen neyên bicihkirin, “ev proje dikeve çarçoveya dîportkirina penaberan guhertina demografiyê li wan deveran ku heta niha ev guhertina demografiyê didome, di nav de jî li herêma Efrînê.”

ENKS tekezê li ser mafê vegerê yê penaber û koçberên Sûrî li gor biryara 2254 a Encûmena Asayişa Navdewletî ya Netewên Yekgirtî dike û dibêje, divê rewşeke guncaw bo vegera ewle û bi dilxwaz a penaber û koçberan ji bo navçeyên wan ê resen bê peydakirin û navçeyên ziyandîtî bên avedankirin.

Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) herwiha dibêje, ew proseya guhertina demografiyê li her cihekî li Sûriyê red dike û tekez dike, guhertina demografiyê li dijî biryara 2254 a navdewletî ya, binpêkirina mafê penaber û mal û milkên wan ên resen e, herwiha nakokiyan di navbera xelkê Sûriyê de çê dike.

ENKS daxwazê ji Tirkiyê dike ku dest ji vê projeyê berde û ji welatên peywendîdar bi krîza Sûriyê dixwaze ku helwêsteke zelal werbigrin û lezê di aktîvkirina proseya siyasî de bikin, daku çareseriyeke dawî ji krîza Sûriyê re bê dîtin ku garantiya vegera ewle ya penaber û koçberan bo navçeyên wan ên resen dike.

Tirkiyê di wan demên dawî de planeke xwe ya nû ji bo vegerandina penaber û koçberên Sûrî bo nav axa Sûriyê û navçeyên di bin kontrola hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wî welatî de aşkere kiriye.

Li gor wê planê ku di asta Serokkomarê Tirkiyê de behsa wê hatiye kirin, Enqere plan dike ku 1 milyon penaber û koçberên Sûrî bişîne navçeyên li bakurê Sûriyê û bi taybet jî navçeyên Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê ku di bin dagirkariya Tirkiyê de ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 684 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:21:56