ENKS Nemir Barzanî li Qamişlo bibîr anî

Bi helkefta 40 saliya koçkirina nemir Mele Mistefa Barzanî, Encûmena Niştimanî ya Kurd Li Sûriyê, ev roj li bajarê Qamişlo bibîr anî.
02.03.2019, Cts - 08:25
ENKS Nemir Barzanî li Qamişlo bibîr anî
Nuçe Belav bike

Girseyek welatiyên Qamişlo û derdora Qamişlo li bîranînê de beşdar bûn. Herweha li çendîn bajar, bajarok û deverên din ên rojavayê Kurdistanê jî, ENKS çalakiyên bibîranîna Nemir Mistefa Barzanî pêkanîn.

Hejmarek ji serkirdeyên ENKSê ligel heskiriyên Rêbaza Barzanî beşdarî di vê çalakiyê de kirin.

Endama Desteya Serokatiya ENKSê Fesla Yûsif gotinek bi navê ENKSê da, ku tê de liser kar, xebat û giringiya nemir Mistefa Barzanî di jiyana gelê Kurd de axifî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 989 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:50:00