ENKS: Piştî 7 salan hîn jî ti lêkolîneke zelal derbarê Komkujiya Kobanê de nehatiye kirin

ENKS bi tundî tawana Şeva Xedirê şermezar dike û PYDê di ber eşkerekirina rastiya vê komkujiyê de berpirsyar dibîne
25.06.2022, Cts - 15:03
ENKS: Piştî 7 salan hîn jî ti lêkolîneke zelal derbarê Komkujiya Kobanê de nehatiye kirin
Nuçe Belav bike

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) di salvegera komkujiya Kobanê (Şeva Xedirê) de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, “Piştî derbasbûna 7 salan di Komkujiya Kobaniyê (Şeva Xedirê) re, hîn jî hûrgiliyên wê nezelal in û ti lêkolîneke zelal derbarê wê de jî nehatiye kirin.”

Sekreteriya Giştî ya ENKSê di daxuyaniya xwe de ragihand, “Xelkê bajarê Kobanî roja 25ê Hezîrana 2015an li ser dengên guleyan û tirsê şiyar bûn ku bi sedan welatiyên sivîl ên bêguneh şehîd bûn. Ev komkujiya ku ji aliyê têrorîstan ve hatiye kirin, digihe asta tawanên şer û tawanên li dijî mirovahiyê.”

ENKSê diyar kir jî, “Ev tawana hovane piştî çend mehan ji rizgarkirina bajar ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel û hêzên Pêşmerge bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî pêk hat.”

ENKS destnîşan dike: “Piştî derbasbûna 7 salan di Komkujiya Kobaniyê (Şeva Xedirê) re, hîn jî hûrgiliyên wê nezelal in û ti lêkolîneke zelal derbarê wê de jî nehatiye kirin. Ma çawa otomobîlên leşkerî û komên terorîst bi çekên xwe û bi vî rengî ketin hundirê bajar û ji aliyê hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ve nehatin armanckirin? Û Çawa bi ser malên welatiyên bêparastin de hat girtin, di demekê de ku bajar di bin kontrola hêzên PYDê de bû, ku berpirsiyariya parastin û asayîşa welatiyan hilgirtibû ser xwe.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat gotin: “Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê bi tundî tawana Şeva Xedirê şermezar dike û PYDê di ber eşkerekirina rastiyê de berpirsyar dibîne.”

Her wiha ENKSê dibêje: “Em ji gelê xwe û malbatên şehîdan re piştrast dikin ku dê rastî derkeve holê, dadwerî dê riya xwe bibîne û berpirsyar û tawanbarên vê tawanê û tawanên din ên li hemberî gelê me hatine kirin, dê bigihin cezayên xwe.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 504 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:10:17