ENKSê daxuyaniya dawî ya kongreya xwe ya 4emîn belav kir

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS), daxuyaniya dawî ya kongreya xwe ya 4emîn belav kir.
30.11.2022, Çar - 06:43
ENKSê daxuyaniya dawî ya kongreya xwe ya 4emîn belav kir
Nuçe Belav bike

ENKS di daxuyaniya xwe de ragihand “Piştî çekdarên PYDê roja 14ê Mijdarê nehiştin kongreya me ya 4emîn li hola destnîşankirî li dar keve, me roja 28ê Mijdarê kongreya xwe ya 4emîn di bin duruşma (Ji bo Sûriyeyeke piralî û demokrat hevgirtî ku destûra wê mafên neteweya Kurd li Sûriyê û hemû pêkhateyên din bicîh bike) bi rêya çend civînên cuda bidawî kir.”

Di daxuyaniya dawî ya kongreya ENKSê de hatiye: Di kongreyê de Biryara siyasî-programa siyasî ya merhelî-karnameya bingehîn hatin gotûbêjkirin û biryar li ser wan hatin dayîn.

Kongreya ENKSê çend biryar wergirtine ew jî ev in:

Şermezarkirina biryara qedexekirina lidarxistina kongre li hola destnîşankirî. Hikûmeta Sûriyê berpirs e di ber berdewambûna krîzê û trajîdyaya gelê Sûriyê ku nahêle çareseriya siyasî çêbibe.

Li aliyekî din di daxuyaniya dawî ya kongreya ENKSê hat destnîşankirin “Civaka navdewletî û welatên peywendîdar bi dosyeya Sûriyê berpirsin derbarê cîbicînekirina biryara 2254ê.”

Daxuyaniya kongreya ENKSê herwiha hemû binpêkirinên grûpên çekdar li Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê û guhertina demografî li wan navçeyan şermezar kir. Hevdem derbasbûna Desteya Tehrîr el-Şam bo nav Efrînê şermezar kir û daxwaz ji civaka navdewletî kir Tehrîr el-Şam û grûpên çekdar ji Efrînê derxînin û koçberan vegerînin malên wan.

Daxuyaniya kongreya ENKSê herwiha desthiklata takrewî ya PYDê li navçeyê şermezar kir, herwiha daxwaz ji Hevpeymaniya Navdewletî kir rê li ber gefên Tirkiye derbarê operasyonên serbazî li ser Rojava û başûrê Kurdistanê rawestînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 318 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:02:48