Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) roja Înê 14ê Cotmeha 2022an daxuyaniyek li ser rewşa Efrînê belav kir.
ENKS dibêje, grûpên çekdar bajarê Efrînê, bajarok û gundên wê ji xwe re kirine meydana şer da ku dest deynin ser navçeyê û binpêkirinên zêdetir di heqê xelkê de encam bididn. Ya ku rewş xirabtir kiriye ew e ku Desteya Tehrîr el-Şam ku rêkxistineke terosîtî ye, ji bo piştevaniya Hemze û Emşat bajarê Efrînê û çend navçeyên din kontrol kirin, vê yekê jî xelkê navçeyê tirsandine û ziyan gihandine xelkê sivîl.
ENKS di daxuyaniya xwe de vî şerî protesto dike û tîne ziman, “Ew grûpên çekdar sivikatiyê bi jiyana xelkê dikin û daxwaz ji Civaka Navdewletî û welatên peywendîdar bi taybetî Tirkiyê ku navçe kontrol kiriye, bi berpirsyaretiya xwe rabe ji bo ku operasyonên xwe rawestîne û grûpên çekdar ji bajar û bajarok û gundên Efrînê derxîne, her weha Cebhet Nusre ya terorîst, ji tevahiya Efrînê derbixe û gerentiya vegera ewle ya xelkê ji bo navçeyên xwe bike.”
Her wiha li Ezazê alîgirên ser bi Feyleqa Sêyem ya Cebhe Şamiye ve, li dijî hatine Desteya Tehrîr el-Şam û serkrideyên Ebû Mihemed el-Colanî derketin xwenîşandanan û nerazîbûnên xwe nîşandan.