ENKSê li Qamişlo kuştina Jîna Emînî şermezar kir

Li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê, li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî endam û alîgirên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS), li dijî awayê canjidestdana keça Kurd Jîna Emînî ya Rojhilatê Kurdistanê li binkeyekî polîsên exlaqî yên Komara Îslamî ya Îranê çalakiyek kirin.
11.10.2022, Sal - 06:53
ENKSê li Qamişlo kuştina Jîna Emînî şermezar kir
Nuçe Belav bike

Endamê Serkirdayetiya ENKSê Nafih Ebdula dibêje “Ev xwepêşandan wek piştevanî û piştgirî ji bo şehîda me, şehîda Kurd û Kurdistanê Jîna Emînî ya ku hate terorkirin bi destê dîktatorê çerxê 21ê dîktatorê Îranê ye. Îro em dibêjin ev piştevaniya hanê ji bo şoreş û serhildana gelê Kurdistana Îranê û ji bo hemû gelê Îranê yên ku derketine ji bo azadiyê û ji bo demokrasiyê ye.”

Endamên ENKSê bi sloganên nivîskî û dengî nerazîbûna xwe derbarê awayê canjidestdana Jîna Emînî de anîn ziman û ew bûyer bi tundî şermezar kirin.

Nafi Ebdellah got jî “Em vî karê ku hate kirin û şehîdxistina Jîna Emînî şermezar dikin. Ev dîktatoriya hanê dê dawiya wê were û azadî û demokrasî ji bo gelê Îranê û Kurdistana Îranê bi taybetî.”

Roja 13ê Îlona borî keça Kurd Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaqî yên Îranê ve ji ber hîcabê hat girtin û 16ê heman mehê nûçeya canjidestdana wê hat ragihandin, vê yekê nerazîbûneke zêde li navxwe û cîhanê bi pey xwe de anî, di encam de gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û hemû pêkhateyên Îranê dijî hikûmeta wî welatî dest bi xwepêşandanan kirin.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 592 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:43:01