Esper: Hêzên Amerîkayê ji Sûriyê vedikişin û diçin rojavayê Iraqê

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Mark Esper ragihand ku li gor wê plana danîne hêzên wan ji ‎Sûriyê vedikişin, diçin rojavayê Iraqê û di rûbirûbûna DAIŞ û bermayên wê de berdewam dibin.
20.10.2019, Paz - 07:09
Esper: Hêzên Amerîkayê ji Sûriyê vedikişin û diçin rojavayê Iraqê
Nuçe Belav bike

Roja Şemiyê Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Mark Esper Washington bicîh hişt û ber bi Rojhilata Navîn kete rê. Esper ji rojnamevanan ‎re got, piştî vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê, ew hêz li Iraqê tên bicîhkirin û derbarê vê ‎mijarê de ligel Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê axifî ye.‎

Hejmara wan serbazên Amerîkî ku biryar e bo Iraqê bên veguhestin zêdeyî 700 serbaz e, û 200-‎‎300 serbaz jî li Sûriyê dimînin.

Herçiqas berê Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû ku ‎dem hatiye serbazên Amerîkayê vegerin welatê xwe, lê wiha diyar e plana îdareya Trump a di ‎vê derbarê de hatibe guhertin û serbaz venegerin Amerîkayê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 843 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:59:51