Fatima Hesen: Ez daxwazê ji Heval Mezlûm Ebdî dikim ku kurê min vegerîne

Jineke Ereb a bi navê Fatima Hesen ku li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê dijî ragihand ku kurê wê ji aliyê hêzên ser bi Rêveberiya Xweser ve kurê min birine û daxwaz ji Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî kir ku kurê wê yê 15 salî lê vegerînin.
07.06.2023, Çar - 05:55
Fatima Hesen: Ez daxwazê ji Heval Mezlûm Ebdî dikim ku kurê min vegerîne
Nuçe Belav bike

Fatima Hesen El-Guûd ji Rûdawê re axivî û got ku hêzên ser bi Rêveberiya Xweser ve kurê wê yê bi navê Wehîb Mihemed El-Gu'ûd birine.

Fatima Hesen, dayika Wehîb Mihemed, xwest bi rêya Rûdawê dengê xwe bigihîne fermandarê giştî yê HSD Mezlûm Ebdî û berpirsên Rêveberiya Xweser ji bo kurê wê yê 15 salî lê vegerînin.

Fatima Hesen diya Wehîb da zanîn ku berê 2 kurên wê di nav rêzên Hêzên Berevaniya Xweser de bûne, lê ev kurê wê tenê maye û malbata xwe xwedî dike.

Fatima Hesen El-Guûd wiha axivî "Ev 13 roj in ez li kolanan lê digerim û kesek ji min re nabêje ew li kû derê ye. Ez ji te û aliyên berpirs kurê xwe dixwazim, ji ber ku ew zarok e. Temenê wî 15 sal e, lê bavê wî ji bo xwendinê temenê wî mezin kiriye. Kurê birayê min jî, navê wî Hisên Elî El-Gu'ûd e, bi gotina wan tenê 4 mehan wê bimîne û vegere, bi heman awayê Wehîb, ev bûne 8 meh, em tiştekî li ser wî nizanin, ne jî em dizanin ew li kûderê ye. Ez ji heval Mezlûm dixwazim kurê min vegerîne, ji ber ku ew me xwedî dike. Berî demekê li parkê ahengek hebû, wan tê de behsa mafên jinê dikir, min got, ez ê tenê du gotinan li ser mafê dê bibêjim. Ez ne daxwaza mafê jinê dikim, ez daxwaza mafê dê dikim ku dixwaze kurê xwe bibîne, lê wan ew şanî min neda, ne jî hiştin ez tiştekî li ser wî bizanibim. Min ji wan re got, ew me xwedî dike, lê rê nedan ez dengê wî jî bibihîsim. Heval Mezlûm Ebdî, ez daxwazê ji te dikim ku kurê min vegere, aniha ji wî pêve li cem min nîne. Ne jî ez tiştekî li ser wî dizanim."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 350 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:09:31