Fermandarê CENTCOMê û Mazlûm Kobanî serdana Kampa Holê kirin

Mezlûm Kobanî û Fermandarê Hêzên Navendî yê Amerîkayê (CENTCOM) General Michael Erik Kurilla serdana Kampa Holê kirin.
10.09.2022, Cts - 06:32
Fermandarê CENTCOMê û Mazlûm Kobanî serdana Kampa Holê kirin
Nuçe Belav bike

Roja înê, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Mezlûm Kobanî û Fermandarê Hêzên Navendî yê Amerîkayê (CENTCOM) General Michael Erik Kurilla serdana Kampa Holê kirin.

Di serdanê de, herdû fermandar ligel berpirsên kampê û fermandarên Operasyona Mirovahî û Ewlehiyê li nav Kampa Holê civiyan daku agahdarî û pêşhateyên herî nû yên di vê çarçoveyê de bibin.

Rêveberê Navenda Ragihandinê ya YPGê Siyamend Elî ragihand ku şanda Amerîkî û HSDê civîneke girtî ligel Rêveberiya Kampa Holê sazkirine.

Elî herwiha da zanîn ku şanda Amerîkî ji bo herdû şervanên HSDê ku li nav Kampa Holê şehîd bûbûn, sersaxî li HSDê kiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 420 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:55:47