Fermandeyê Rûs têkildarî êrişên Tirkiyê bi Mazlûm Ebdî re civiya

Fermandarê Hêzên Rûsyayê li Sûriyê Aleksander Çayko, bi Fermandarê Giştî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî re têkildarî êrişên Tirkiyê yên bo ser Rojavayê Kurdistanê hevdîtinek pêk anî.
29.11.2022, Sal - 12:29
Fermandeyê Rûs têkildarî êrişên Tirkiyê bi Mazlûm Ebdî re civiya
Nuçe Belav bike

Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Siyamend Elî ji Associated Press (AP) re axivî û piştrast kir ku Fermandarê Hêzên Rûsyayê li Sûriyê Aleksander Çayko roja Yekşemê bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî re civiya.

Siyamend Elî diyar kir ku der barê hûrgiliyên hevdîtina Çayko û Ebdî de agahî li ba wî nînin.

Li aliyê din televîzyona El Meyadîn a Lubnanê jî ragihand ku Çayko û Ebdî li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê hevdîtin pêk anîne û di wê hevdîtinê de rageşiya li ser deverên sînorî û ji bo rê li ber operasyoneke bejayî ya Tirkiyê were girtin çi dikarin bêne kirin hatine gotûbêjkirin.

Li gorî nûçeya El Mayadinê, hat îdiakirin ku Çayko pêşniyar kiriye ku hêzên hikûmeta Sûriyê bi kûrahiya 30 kîlometreyî li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê bên bicihkirin.

Berdevkî din ên HSDê Aram Hena jî di daxuyaniyekê de ji televîzyona El Erebiye re ragihand ku Rûsan di vê hevdîtinê de şert û mercên aliyên Tirk ragihandine. Hena ku derbarê şert û mercan de agahî neda, anî ziman ku wan hemû daxwazên Tirkiyê red kirine.

Tirkiyê ji 20ê Mijdara 2022an ve operasyoneke nû bi navê “Operasyona Pence-Şûr” bi êrîşên esmanî û topxaneyan li dijî Rojavayê Kurdistanê daye destpêkirin.

Herwiha berpirsên Tirkiyê gefa wê yekê jî dikin ku dê di demeke guncaw de êrîşa bejayî jî li dijî Rojavayê Kurdistanê û deverên di bin kontrola HSDÊ de bidin destpêkirin.

Rêveberiya Xweser dibêje, di encama bombebaran û topbaranên artêşa Tirkiyê de 59 kesan canê xwe ji dest daye, ku 19 ji wan şervan û 16 kes jî welatiyên sivîl bûne. Rêveberiya xweser herwiha dibêje di van oparasyonên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên jêr desthilata HSDê de 73 kes jî birîndar bûne, ku 33 ji wan sivîl, 13 jê şervan û endamîn Hêzên Asayîşê ne û 25 kes jî serbazên artêşa Surî ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 317 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:02:56