Francois Hollande pêşwaziya Salih Mislim kir .

Îro roja sêşemê hevserokê PYD Salih Mislim li Parîsê ligel serokomarê Frensa Frenswa Hollande civiya.
09.05.2017, Sal - 19:31
Francois Hollande pêşwaziya Salih Mislim kir .
Nuçe Belav bike

Îro roja sêşemê hevserokê PYD Salih Mislim li Parîsê ligel serokomarê Frensa Frenswa Hollande civiya.

Serokomarê Frensa Hollande, li qesra Elîsê pêşwaziya Salih Mislim kir. Di hevdîtinê de berpirsê PYD yê Frensa Xalid Îsa jî beşdar bû.

Di hevdîtina xwe ya ligel serokomarê Frensa de, hevserokê PYD Salih Mislin daxwaza alîkariya eskerî û lojîstîkî kir.

Di şibata sala 2015 de jî, Hollande, li koşka Elîsê pêşwaziya fermandereke YPJ û hevseroka PYD Asya Abdullah kiribû.

Roja 14 vê mehê, serokomariya Hollande bi dawî tê û karûbarê serokomariyê radestî serokomarê nû Îmanoêl Macron dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1401 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:41:02