Fransa: Em ê li gel leşkerên amerîkî li Sûriyeyê bimînin

Sererkanê Giştî ya Artêşa Fransayê François Lecointre got ku welatê wî dê li gel leşkerên amerîkî li Sûriyeyê bin da ku peywira xwe ya têkoşîna li dijî terorê dewam bikin.
04.05.2018, Cum - 14:22
Fransa: Em ê li gel leşkerên amerîkî li Sûriyeyê bimînin
Nuçe Belav bike

Generalê frensî îro îniyê bi kanala C Newsê re axift got," Parsî li Sûriyeyê dibîne ku tiştê herî giring ew e ku DAIŞê ji nav bibe" û wiha dewam kir: Ez wiha bawer dikim ku em ê bi amerîkiyan re (li Sûriyeyê) bimînin û ez nikarim xeyal bikim ku Amerîka berî têkbirina DAIŞê vekişe û hûrgiliyên din jî biryarên siyasî ne."

Li ser daxuyaniyên vê dawiyê yên Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê James Mattisî derbarê şandina hinek hêzên din ên taybet bo Sûriyeyê de, Lecointre şirove li ser hejmara yekîneyan û cihên wan nekir û teqez kir ku "Fransa li ser dixebite ku navendên terorê li herêmê hilbike, nexasim li ser xeta sînorî ya Sûriye û Iraqê. Vî tiştî jî bi hemû navgînan dikin, çi hewayî, bejahî yan jî hêzên taybet be."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1100 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:39:06