General Mazlum: Eyn Îsa û Til Temir radestî Rûsiyê û rjîma Sûriyê nakîn

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) ragehand, ew Eyîn Îsa û Tel Temirê radestî Rûsiyê û rjîma Sûriyê nakin.
01.12.2019, Paz - 09:16
General Mazlum: Eyn Îsa û Til Temir radestî Rûsiyê û rjîma Sûriyê nakîn
Nuçe Belav bike

Mezlûm Ebdê, fermandarê giştî yê HSDyê di hevpeyvînekê de li gel kenala Elerebîye behsa rewşa dawîyê li Rojavaya Kurdistanê kir û got: Tirkiyê rêkeftina agirbestê li gel Emerîkayê binpêkir û niha şerê li ser Eyîn Îsa û Tel Temir rawestaye; ew jî çunku hêzên wan rastî şkestineke mezin hatin û hewl dan vegerin navçeyên xwe li Izazê û Idilbê ku niha Idilb rastî operasyonên serbazî dihêt.

Mezlûm Ebdê got jî: Ew bajrokên Eyîn Îsa û Tel Temir radestî Rûsiyê û hikumet Suiryê nakin û di bin kontrola wan de dê bimînin, li gor wê rêkeftinên di navbera wan de heye.

Fermandarê giştî yê HSDyê herweha got: Emerîka gilopa kesik da Tirkiyê û esman jê re hêla ku operasyona xwe li rojavaya Kurdistanê destpêbike.

Eşkere jî kirye: Eemerîka bi wan re gotibû, ku ev biryara Tirampe û Tirkiyê dê êrîş bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 842 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:02:15