General Mazlûm Kobanî: Hewldanên Trump navçeyê ji paqijiya etnîkî diparêzin

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mazlûm Kobanî ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump herêmê ji paqijiyeke etnîkî diparêze.
16.11.2019, Cts - 06:38
General Mazlûm Kobanî: Hewldanên Trump navçeyê ji paqijiya etnîkî diparêzin
Nuçe Belav bike

General Mazlûm Kobanî li ser hesaba xwe ya Twîtterê daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Hewldanên Serok Trump bandoreke erênî li ser şerê li dijî DAIŞê dike û navçeyê ji paqijiya etnîkî diparêze.”

Fermandarê Giştî yê HSDê di heman twîta xwe de amaje bi daxuyaniya Hevpeymana Navdewletî ya ji bo têkbirina DAIŞê bi yekcarî û pêkanîna seqamgiriyê li navçeyê kir û hevnêriniya xwe derbarê parastina serkevtinên ku di şerê li dijî DAIŞê de hatine bidestxistin ragihand.

Ev daxuyaniya General Mazlûm Kobanî di demekê de ye ku Hêzên Hevpeymana Navdewletî piştî civîna li Washingtonê daxuyaniyek belav kiribûn û tekezî li ser berdewamkirina rahênan, şêwirmendî û piştevaniya bo Hêzên Pêşmerge, HSD û hêzên din ên ku şerê DAIŞê dikin li navçêyê, kiribûn.

Herwiha Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, roja 13ê vê mehê li Koşka Spî civînek encam dabûn û di wê civînê de Trump ji Erdogan re tekez kiribû ku bi mebesta şerê li dijî DAIŞê û parastina bîrên petrolê li navçeyê, ew dê hevkariya xwe ya li gel HSDê berdewam bikin.

Senatorê Komarî Lindsey Graham ku ew jî beşdarî wê civîna li gel Erdogan bûbû, piştî civînê aşkere kiribû, “Dema ku Serokomar Erdogan got, ‘Me DAIŞ têk bir’ ez li dijî wî derketim. Yên ku DAIŞ têk birin ne ew, lê HSD û Kurd bûn. Min ji wî re got, ‘we Kongres hemû kire yek ku ti kesî nedikarî wî karî bike.’”

Piştî ku Tirkiyê roja 9ê Cotmehê li gel grûpên çekdar êrişeke berfireh bo ser Rojavayê Kurdistanê da destpêkirin û herwiha di encamê de jibilî kuştin û birîndarkirina bi sedan sivîlan, bi sedhezaran xelkê sivîl jî koçber bûbûn.

Rêveberiya Xweser û dezgehên navdewletî hişyariyê derbarê derbarê metirsiya guhertina demografiya wê navçeyê didin û Tirkiye û çekdarên bi ser wê ve bi 'paqijiya etnîkî' tometbar dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1049 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:54:14